Endamê Parlamentoya Ewropayê û Endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê Javier Nart çend roj berê serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer ra civiyabû.
Javier Nart di derbarê gera xwe daxûyanîyek daye û tê dibeje, “Jibo destwerdana Tirkîyê ti hincetek nîne. Divê pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyê, bi têkilîyeke navxweyî bêne çareserkirin.”
Javier Nart her wiha diyar dike, ku ew hergav ji diplomatên Tirkiyê ra gotîye, beyî kurdan li Tirkiyê rêkeftina aştiyê nabe û ew nikarin Kurdan bikin Tirk.
Javier Nart di derbarê pirsgirêka kurdan da wiha dibêje; „divê Kurd li her parçeyekî Kurdistanê karê xwe bi xwe bikin û xwe birêve bibin. Pêwendiyên dîrokî pirsgirêkan jî li pey xwe tîne. Kurd li Îran, Tirkiyê, Sûriyê û li Iraqê divê her yek ji wan bi xwe biçe pêş û bi awayekî rasteqîn pirsgirêk bêne çareserkirin.
Yekem care ez bi eşkere û bi zelalî diaxivim, divê em baweriyê bi xwe bikin, yekem bi xwe. Duyem tişt, divê ji bo rewşa navçeyê nerîneke praktikî hebe û nabe em ti behaneyekê ji Tirkiyê re çê bikin ku ew destwerdanê bike. Dema ku ez li Yekîtiya Ewropa û li ofîsa min a li Brukselê li gel diplomatkarên Tirkan jî dibêjim, ku bêyî Kurdan hûn qet nagihêjin ti rêkeftinên aştiyê. Lewra dive vê rastiyê li ber çav bigrin, Kurdan nekin Tirk. Divê Kurdên Tirkiyê bi kurdbûna xwe bimînin.”