Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra konferanseke rojnamevanî lidarxist. Blinken gefên Tirkiyê yên jibo Rojavayê Kurdistanê û aloziyên cîhanê axifî û got, “Her operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê aramiya herêmê têk dide.”
Blinken li ser operasyoneke leşkerî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê û destnîşan kir ku ew dê herêmê bixe metirsiyê.
Herwiha Blinken diyar kir ku Ukraynayê soz daye Amerîkayê ku ew dê li dijî armancên li hundirê Rûsyayê çekên nû yên dûravêj bikar neynin.
Blinken di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra axivî û got, „Ukrayniyan ji me re piştrast kirin ku ew dê van pergalan li dijî hedefên li ser axa Rûsyayê bikar neynin.“