Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbra Leaf di derbarê têkilîyên dewleta xwe û Tirkîyê da daxûyanîyek da. Di daxûyanîyê da radigihîne, ku ew li gel hikûmeta Tirkiyê di astekî bilind da pirsgirek gotûbêj kirine û nêrînên xwe bi zelalî ji berpirsîyarên Tirkîyê ra gotine.
Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barabara Leaf wiha dibêje; “Em li gel hikûmeta Tirkiyê di astekî bilind da rûniştin û me me ji wan ra bi zelalî got, bendewariya me ew e ku hûn pabendî rêkeftina 2019 bin. Nabe ku hûn êrîşî Bakurê Sûriyê bikin.
Me li ser vê yekê bi hev kirîye. Ji ber ku êrîş berî her tiştî xelkê sivîl dike tengasîyê. Herwiha tesîreke xirab li ser karê me yê rûbirûbûna DAIŞê dike. Hevbeşên me ku HSDê ye, ji wî karî dûr dixe û di nav metirsîyê da dihêle.“
Barbra Leaf ragihand ku pewîstiyên mirovî jî li Sûriyê gelekî zêde dibin, hişkasalî jî rewş xirabtir kirine.