Konferansa alîkariya ji bo pêşeroja Sûriyê li Brukselê birêva çû. Di konferansê da nûnerên welatên beşdar axivîn û ji bo gelê Sûriyê li giringiya alîkariyan sekinîn.
Nûnerên 55 welatan û 22 sazîyên Neteweyên Yekgirtî û cîhanî beşdarî konferansê bibûn. Di konferansê da nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Giêr Pederson jî axifî û di axaftina xwe da got, ew gelekî ji çareseriya siyasî dûr in.
Nûnera Amerîkayê jî di konferansê da axifî û wiha got; “Îro kilîta çareseriya pirisgirêka gelê Sûriyê sîyasî ye. Em jî piştevaniya çareseriyeke siyasî dikin. Heta rewşa siyasî çaresr nebe, berpirsîyarîya tişta ku li Sûriyê diqewime nayê hilgirtin. Hêjî çend pirsên girîng hene, divê werin çareserkirin, berî ku peywendîyên li gel Esed bên kirin.”
Wezîra Dewletê ya Swêde Jenniy Ohlisson jî di axaftina xwe da got: “Ya herî girîng ew e, ku piştîvaniya gelê Sûriyê bê kirin. Bê guman krîza Ukrayunayê bala me ya mezin kişandiye. Lê bala me li ser Surîyê ye û piştîvaniya me ya ji bo gelê Sûriyê berdewam e.“