Li navçeya Sêmêlê ya bi parêzgeha Duhokê va girêdyî, bajarekî kevnarê ji serdema şaristaniya Mîtaniyan hate dîtin.
Tîmên havbeş yên Rêveberiya Şûnwaran û Rêxistina Şûnwarên Kurdistanê bi Zanîngehên Tubingen û Freiburg ên Almanî ra li qeza Sêmêlê şûnwarên bajêrê Zaxîko ya dewleta Mîtanî dîtin.
Li gor lêkolînên şûnwarnasan bajêrê Zaxîko di navbera salên 1550 – 1350 berî zayînê bihêztirîn navenda dewleta Mîtanî bûye.
Di lêkolînan da tevî bi 200 tabloyên nivîsîna bizmarî, şûnwarên dîwar û avahiyan ku ji libinan (blok) çêkirî, hatine dîtin.
Berpirsê Rêxistina Şûnwaran a Kurdistanê Dr. Hesen Ehmed Qasim di derbarê lêkolînê da wha dibêje; “Piştî vekolîn hatine kirin, plana vî bajarî hemû hate diyarkirin ku ji çi pêk tên. Şîrhe û balaxanên nav bajêr, zêdabarî wê balaxanê telara Mîtaniyan di sala 2018 de hatiye dîtin. Zêdetirî 20 tabloyên bizmarî ku hemû li ser jîn û jiyara xelkê vê deverê ye.”
Şûnwarnas Nazim Zêberî wiha dibêje; “Ev tiştê me dîtiye bi heske peykeran ra para bêtir dîwar bûn. Hinek nivîsên bizmarî jî me li ser vi cihî dît. Eger hat ku asta vê avê alîkar be an jî ku em bibêjin nizm bibe, em dê bikaribin di pêşerojê da bi berdewamî şixwul li ser bikin û bêtir zanyariyan li ser vî cihî werbigirin.”