Li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê panêlek hatîye lidarxistin û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Robert Palladino jî beşdarî wê panelê bûye û axifîye.
Palladîno di axaftna xwe bal kişandîye ser têkîlîyên Kurdên Başûr û wiha gotîye; “Yekitiya Kurdan, ji ber ku dê alîkariyeke mezin ji bo parastina berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê bike giring e, hem li vê derê hem jî li Bexdayê.”
Di vê çarçoveyê de Robert Palladino diyar dike, ku ew ji danûstandinên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de destpê kirine, kêfxweş e û destxweşiyê li herdû partiyan ra dixwaze.
Robert Palladino hevdîtinên di navbera PDK û YNKê da weke gaveke girîng bi nav dike û dibêje; “Yekitiya Kurdan, ji bo parastina berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê karekî girîng e. Pêwîst e, piştevanî bo geşbûn û aramiya Herêma Kurdistanê bê kirin. Ez kêfxweş im ku we hemûyan li vir bi hev re dibînim û ev ji bo Herêma Kurdistanê pêşketineke gelek girîng e.”