Pirtûk hene, meriv dixwîne û paşê jî datîne pirtûkxaneya xwe û carek din jî nagirî destên xwe. Lê hinek jî hene, sal û dem derbazbin jî, însan car caran digire destên xwe û di nav rûpelan de digere, beşek, an jî carek din dixwîne û sûdê werdigre.
Paşê sal dibihûrin, însan kaldibin, hinek pirtûk jî kevn dibin. Êdî ne hewceye ku meriv wan pirtûkên han, ku dewra wan bihûriye, bihêle û weşêre. Bi kalbûnê ev proses, sal bi sal tekerûr û dûbare dibe, tê ceribandin. Destên te nerin jî, mecbûr dibe di pirtûkxaneya xwe de cih veke û hinekên ji wan diyarî dost û hevalên xwe bike, an jî bavêje.
Romanên klasîk her çiqas dem û dewran li ser wan de derbazbin jî, kevn nabin û herdem bêhna biharê jê tên. Ansîklopedî, antolojî, pirtûkên dîrokî, atlas û xeriteyên serdemên borî jî ûsa ne.
Dizanim niha internet û wîkîpêdiya êdî hewcedariya ansîklopediyan kêmtir kirine û meriv dikare agahiyan li ser dîrok û erdnîgariyên welat û dewletan, li ser mijar û bûyerên cûda di heman demê de peyda bike. Lê li ser agahiyên di înternetê de jî di navbera welatên pêşketî û şûndamayî de ferqek mezin û di nav wan de neval û dolên kûr hene. Rewşa gelên ku bindest in, dewlet û dezgehên wan yên taybetî nîn in, ji welatên şûndamayî jî xirabtir e. Navbera gelên xwedî dewlet û yên bê dewlet de ne tenê neval û dol, lê belê behr û okyanûs hene.
Bo neteweyên dewletbûyî, dema xwedî derketina ziman, perwerdahiya bi zimanê zikmakî, berhevkirina nav, çîrok, stran û destanan derbaz bûye. Lê bo netewên bindest û bê dewlet, ji her tiştî girîngtir e û rolek taybet dixwe ser stûyên rewşenbîr, hûnermend û welatparêzan.
Rewşenbîr, hûnermend û nivîskarên gelên bindest hem têkoşer in, bo rizgariya welat û bo azadiya gelê xwe xebatek bê westan dimeşînin, zindanî dibin, canê xwe didin û hem jî di heman demê de bi kar û xebata çand, ziman, zargotin, dîrok, hînbûn û hînkirina zimanê xwe barek giran hildigirin ser milên xwe.
Yek ji wan têkoşer, xebatkar û mamosteyan kekê min ê hêja, İkram Oguz e. Di panzdeh saliya xwe de ketiye rêyek dûr û dirêj. Sal gîhiştibe şêstî jî, şopa westanbûyînê jê dûr e. Di heftê de çend caran nivîsên nirxbiha belav dike, malperek bi rê dibe û ber de jî pirtûkên bi zimanê qedexekirî dinivîsîne û diweşîne.
Pirtûka kek İkram ya dawî „Dengbêjên bavê min“ e. Dengbêjên bavê min, antolojiyek dengbêjan e. „Dengbêj bi peyvan ra dilîze“, kek İkram jî rih û can dide dengbêjan, wan jîndar dike û nahêle ku ew bên bîrkirin û wenda bin. Şakiro, Eyşa Şan, Meryem Xan, Mihemed Şêxo, Seid Gabarî, Egidê Cimo, Karapêtê Xaço, Kawis Axa û Evdalê Zeynikê yên naskirî ne ji antolojiya dengbêjan de. Ferzê, Reso, Huseyno, Tahiro, Mihemedê Canşah, Seyidxan, Huseynê Farê, Cemîlê Horo, Sûsika Simo, Fatma Îsa, Mecidê Silêman û Şêx Silê jî cih digrin di vê antolojiyê de.
Her rûpela vê Antolojiyê de bêhna Radyoya Rewanê tê. Ne tenê bêhn, her ûsa deng û nota jî ji çiyayê Agirîyê bilind dibin, difirin û belavdibin.
Em dixwînin:
„Hezkirin û guhdarkirina dengbêjan ji bavê min ra wek mîrateke çandî ma. Herçiqas di dema xortaniya xwe da zêde nêzikî dengbêjên bavê xwe nebama, îro ez jî mîna wî şev û roj li dengbêjan guhdarî bikim, dîsa jî eciz nabim.
“Jiber ku di kilam û stranan da dewlemendî û zelaliya zimanê xwe yê şirîn dibînim û kêfxweş dibim.
“Bîranînên min jîndar dibin û yekoyek tên ber çawên min…
„Xewn û xeyalên min dixemilin…
„Bi dengbêjan ra dikevim rêwîtiyê û di nav kilam û stranên wan da digerim.“
Di vê Antolojiyê de ne tenê kurtejiyana dengbêjan cih digre. Her ûsa stran, kilam û destanên wan dengbêjên nemir yên herî naskirî carek din olan didin û di nav civat, dol û çiyayan de bilind dibin û xwe digêhênin Şevîn û Kejêyên Ewropayê.
„Dengbêj bi peyvan dilîze… Bi hest û helwesta xwe, bi deng û hûnera xwe rih û can dide peyvan û wan dixemilîne,“ dibê kek İkram.
Dema ku meriv pirtûkên mamosteyê zimanê me yê şîrîn dixwîne, şahidê dewlemendî û kûrahiya zimanê Kurdî dibe û nivîskarê me, kek İkram jî peyvan wek serafek di xelekekê de bihevra dihûne û jê mucewherek derdixe meydanê.
Wek mînak. Kî dikare girîngiya wan gotinên zêrin înkar bike û paşguh bîhêle?
„Dengbêj ne tenê xwediyê gotina xemilandî, ew, çavkaniya hiş û hişmendiya civakê, parêzvan û pêşvebirên zimanê Kurdî û herweha hilgirên dîrok û wêje ya devkî ye…“
„Zargotina Kurdî zargotinek dewlemend e.
„Lêbelê ew dewlemendî, rê li ber neyê girtin, bi demê ra dihele û wenda dibe.
„Jiber ku ziman sêwî, zargotina zimanê sêwî jî bêxwedî ma ye, pirraniya wê nehatiye nivîsandin û qeydkirin…”
„Gelê ku li ser xaka xwe û azad nejî, berê zimanê xwe, dû ra jî her tiştên xwe yên bi endametiya miletbûnê va girêdayî, wenda dike û ji kok û esaleta xwe jî diqete.
„Himê miletbûnê jî li ser axa ku jê ra dibêjin welat û bi zimanê ku li ser wê axê tê bi kar anîn, bilind dibe.“
„Milet bindest be, dengbêj û hunermendiya dengbêjên wî miletî jî di şert û mercên bindestiyê da derbas dibe…
„Ziman di jiyaneke azad da nejî û li ber mirinê be, dengbêj û dengbêjî jî roj bi roj kêm dibe û ber bi mirinê diçe…
„Ziman azad û serbest nebe, dengbêj sêwî û bêxwedî, bê mal û milk, tî û birçî ye.“
„Dengbêjên bavê min“ ji aliyê Navkurdê çapbûye. Meriv dikare ji Navkurdê (info@navkurd.net) peyda bike. Ger ev zehmet be, hûn dikarin ji vê Linkê bê pere daxînin û bixwînin: https://navkurd.net/wp-content/uploads/2022/03/dengbej_ebook.pdf
Belê bê pere. Bona ku bê xwendin, bona ku belav bibe û bikeve destên însanên ku bixwazin bi Kurdî bixwînin û an jî diyariya zarokên xwe bikin!
„Ziman azad û serbest nebe, dengbêj sêwî û bêxwedî, bê mal û milk, tî û birçî ye.“ Ûsa dinivîsîne kek İkram di antolojiya xwe de. Lê kêm dibê. Her ûsa nivîskar jî bê mal û milk, tî û birçî ne.
Hem diçin rojane bi kemasî heşt seat bo nanê malê di karên zehmet de dixebitin, hem jî bê westan bi mehan, salan li ser mijarekî diwestin, xwe diêşînin û dinivîsin; ser da jî rêzdikin, mizampaj û şêveya pirtûkê amadedikin û paşê jî bi pereyên ku ji malbat û zarokên xwe didizin, çap- û belavdikin.
Gotinek Mamoste Mustafa Reşîd heye: “Baxevan û bostanvan dikarin fêkî, balcan û xiyarên bexçe û bostanên xwe bi hêsanî bifiroşin, lê nivîskarek nikare pirtûka xwe bavejê ser tableyekî û bifiroşe. Bo vê dezgeh divê.“
Ne tene ev. Çend malperên bi nirx di nav bîst salên dawî de li Ewropa û Kurdistanê dest bi weşanê kirin û şûnda jî hatin girtin. Bi girtina malperên Kurdî, ewqas nivîs û lêkolîn jî wendabûn û çûn. Ne arşivêk, ne jî bibliothek û pirtûkxaneyek me yê netewî heye. Lê dema berhemek, pirtûkek bê çapkirin, yek heb be jî, dimîne û wenda nabe.
Ev jî rastiya me ya sar û tehl e û bal dikişîne ser rewşa nivîskarên me yên sêwî û bêxwedî.
Min xwend û jê sûd wergirt. Bawer dikim hûnê jî bi kêfxweşî bixwînin û di nav kûrahiya nostaljiyê de demek baş derbazkin.
Her hebe kek İkram û hezar car spas bo xebata te ya nirxbiha û giring.
20.05.2022