Ekrem Îmamogluyê pantirkîst li Wanê bi coşeke pir mezin hate pêşwazîkirin. Piştî serlêdana wî ya Amedê, li Wanê jî kurdan nebîyê Topal Osman dan ser serên xwe.
Rejîma kemalîst, mirinê ravayî kurdên bakûrê Kurdistanê dide, lê bi lerza tayê wan dide razîkirin.
Ji destpêka komara kemalist heta roja îro rejîma kemalîst, bi zanayî, bi plan û bi fêlbazî tişt anî serê kurdan. Lê kurd hê jî ji wan plana bê hayîdar, bi navê wekhevî û biratîyê, teq û req li pê îslamîst û kemalistan dimeşin.
Ji planên dewletê yek jî gotinê çepgirên Kemalîst in. Ew bi taybetî Erdogan tenê wek neyarê gelê kurd nîşan didin. Piricaran artêş û polîsên tirk, wek polês û leşkerên Erdogan binav dikin. Lê belê ne tenê Erdogan, hemû desthilatdarên dewleta kemalîst neyarê kurdan in. Ji ber ku sîstem û rejîma kemalîst li ser înkarîya kurdan hatîye damezrandin. Yanê ji bo kurdan, îslamîst û çepgir wek hevin. Tenê gotinên wan ji hev cûdan in.
Îro piranîya Kurdên Bakur, Erdogan neyar, lê K. Kiliçdaroglu, E. Îmamoglu û hevalbendê wan jî dost dibînin.
Kilicdaroglu yê ku wek dostê kurdan nişan idin, di axaftina xwe ya li Wanê da dibêje,“Birayên min li Wanê, erê Tirkîye xweş e, erê Wan jî xweş e, ger birayên min li Wanê bixwazin li Wanê û di nava aramîyê de bijîn, ez dibêjim beşdarî me bibin. Ger hûn bixwazin li vê heremê di nav aştîyê da bijîn, beşdarî me bibin. Ger hûn bixwazin Wan mezin û bibe stêrka heremê, beşdarî me bibin. Eger hûn bixwazin kes jiber ramanên xwe nekevin zîndanan an jî hûn bixwazin Demîrtaş û Osman Kavala ji hepsê derkevin, beşdarî me bin.“
Tu dibê qey S. Demirtas bi alîkarîya wî nehatîyê girtin. Tu dibê camêr li Wanê golikvane, ne serokê partîya muxalefetê ye. Dibêje ku heger hûn dengê xwe nedin me, hûnê aha per û perîşan bijîn. Wî jî kurdan bas naskirîye, loma ewqas derewan dike.
Lê kurd, tu dbêjî wan jî ji sed salên derbasbûyin da, tu ders negirtine. Hê li pê nevîyê, kujerên bav û kalên xwe dimeşin.
Wek serlêdana li Wanê, sê sal berê jî serlêdana Ekrem Îmamoglu ya li Amedê jî gelek deng dabû.
Bi çûyîna Ekrem Îmamoglu yacAmedê ra, hevserokên Şaredarîya Amedê û navҫeyan bi kefxweşî û bi rûkenî bêşwazî lê kiribûn. Ekrem Îmamoglu jî wêneyekî Atatürk wek xelatekî giranbiha, pêşkêşî şaredarên Amedê kiribû.
Ekrem Îmamoglu bi forsekî serkeftî û pozbilindî derketibû hemberî kamerayên rojnamevanan û bi wêneyê Mistoyê kor poz dabû. Ew şaredarên bi dil û can û bi rûmet, xelata Îmamoglu qebûl kiribûn, hemû îro di zîndanên Tirkan da ne û di bin wêneyê Mistoyê kor da hêsîr in.
Dadgehên dewleta Tirk, bi dehan sal ceza dan şaredarê Amedê Dr. Selҫuk Mizrakli û şaredarên navҫeyan.
Ev yek bi tena serê xwe jî nîşan dide ku hezkirina kemalîstan, an jî Îslamîtan, ji bo kurdan hezkirineke bê fayde ye. Îmamoglu dema serlêdana bajarên Behra Reş dike, dibêje ez pir kêfxweşim kû nebîye Topal Osman im. Dema diçe Kurdistanê jî dibe demokrat û behsa demokrasîyê wek hevîyê dike.
Ekrem Îmamoglu, şaredar û serokê CHPê çûne serlêdana bajarê Wanê. Sedema çûyîna wan ne ji bo alîkarîya gelê Wanê ye. Ew ji bo komxebata şaredarîyên CHPê çûne Wanê û li wir civîyan. Ji alî kurdan va hatin pêşvazîkirin û fors û hewa xwe avêtin.
Îmamoglu bi hezkirinâ Kurdan jî hewa xwe davêje û ji bo komara demokratîk û îdeolojîya kemalîzmê serkeftina xwe nîşan dide.
Mixabin hêjmara kurdan jî êdî ne mûhîme. Ha bîst ha sî mîlyon êdî ferq nake. Ji ber ku kurd bixwe jî naxwazin bibin netew, ev jî rastîyeke din e…
30.05.2022