Di rojnameya Financial Times a Amerîkî da nivîsek bi navnîşana „Grûpeke Kurd çawa bû xala nakokiya ewlekarî ya di navbera Erdogan û rojava de?“ hatiye weşandin. Di nivîsê da behsa daxuyaniyên Tirkiyê û gefên rayedarên wî welatî yên di derbarê egera operasyoneke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, tê kirin.
Di nivîsê da tê gotin, ku hêzên Kurdî li Sûriyê û di têkoşîna li dijî DAIŞê da bûne xîmê serekî yê welatên rojava. Lê belê dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî van hêzan ne tenê aramiya Sûriyeyê, planên mezinbûna NATOyê jî dixe metirsiyê.
Di nivîsê da amaje bi gotina lêkolînvan û şarezayê siyasî Sam Haller ê ji saziya Century Basis a li New Yorkê dike ku Haller wiha gotibû, “Terikandina hêzên Kurdî li Sûriyê dibe ku bibe sedema hilweşîn û tundûtîjîyek kaotîk e, mîna kaotîka ku me li Efxanistanê di 12 mehên dawî de dît. Ez bawer dikim ku ji bo Dewletên Yekbûyî (Amerîka) hilbijartinek weha bi tevahî ne maqûl e. Loma bi baweriya min Amerîka di qonaxa niha da ne amade ye ku biryareke bi vî awayî bide û hêzên Kurdî yên li Sûriyê piştguh bike.“
Di berdewamiya nivîsê da, amaje bi nêrîna Darîn Xelîfe (Dareen Khalifa) şirovekarê siyasî yê “Grûpa Krîza Navdewletî” hatiye kirin, ku Xelîfe wiha dibêje, “Ez bawer nakim Amerîka li beramber rêdan bi endamtiya Finlanda û Swêdê, glûpa kesk bo êrîşa Tirkiyê pêbixe.”