Gor lêkolîna Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê li seranserê Cîhanê 70 milyon Kurd dijîn. Lêkolîn li 20 welatan û li ser bingeha belgeyên Neteweyên Yekbûyî hatîye kirin.
Di derbarê vê lêkolînê da Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî dibêje, ku wan di nav 6 salan li ser vê mijarê gelek lêkolîn û xebat kirine.
Karwanî wha dbêje, “Bi rastî ez ji salên 1990î va li dûv vê mijarê bûm, lê ev 6 sal in ez gelek lêkolînan dikim. Di salên 90î da digotin 40 mîlyon e, min ji xwe pirs kir ku 30 sal şûnde ev hejmar çawa naguhere.”
Çend Kurd li kîjan welatî dijîn?
Gor daneyên ku Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî berhev kirine, hejmara kurdên ku li 15 welatan dijîn wiha ye:
1- Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: 32.812.439
2- Îran û Rojilatê Kurdistanê: 18.281.137
3- Iraq û Herêma Kurdistanê: 7.949.571
4- Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: 3.642.117
5- Almanya: 1.898.319
6- Welatên din ên Ewropayê: 1.892.691
7- Kazakistan: 892.638
8- Gurcistan: 758.009
9- Ermenistan: 699.571
10- Îsraîl: 592.622
11- Efxanistan: 312.075
12- Pakistan: 234.006
13- Misir: 153.561
14- Sûdan: 101.000
15- Bosna-Hersek: 8.788
Li gorî van daneyan, nifûsa Kurdan a cîhanê 70 milyon û 228 hezar û 544 e. Lê Karwanî jî dîyar dike ku hejmar tenê bi vê yekê re sînordar nîne.