Serokê Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox, derbarê dayîna cezayê ji bo karsaz û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala hatîye dayîn, daxuyaniyek belav kir û got: “Beyî derengmayîn divê Kavala bê azadkirin.”
Dadgeha 13emîn a Cezayên Giran a Stenbolê di çarçoveya Doza Parka Geziyê da roja 25ê Nîsanê biryara xwe da û bi hinceta hewla “hilweşandina pergela Destûra Bingehîn” karsaz û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala bi cezayê heta heta yê ceza kir.
Herwiha ji bo 7 kesên din ên ji doza Geziyê tên darizandin jî 18 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.
Ev biryara dadgeha navborî li nav Tirkiyê û derveyî Tirkiyê bû sedema nerazîbûnan.
Serokê Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox, di derbarê biryarê da daxuyaniyek belav kir. Kox di daxûyanîya xwe da wha dibêje: “Cezakirina Osman Kavala ya bi cezayê heta hetayê biryareke ne ji rêzê ye û mirov pê şok dibe. Bêyî derengmayîn divê Kavala bê azadkirin.”
Dadgeha Mafên Mirovan jî ji Tirkiyê ra berî niha ragihandibû, ku doza li dijî Kavala hatiye vekirin dozeke siyasî ye. Loma ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku Kavala bê azadkirin.