Gundê Yatê, gundeke Kristîyanan û li devera Berwarî Bala yê ye.
Gund ji 30 malan pêk tê, lêbelê niha tenê yek malbat tê da ma ye. Malbatêndin ji ber êrişên Tirkiyê malên xwe vala kirine û ji gund derketine.
Tenê malbata Yaqo li gund ma ye. Xoşaba Yaqo û jina xwe piştî şeş salên ku li Amerîka jîyane, biryar dane û du sal berê vegerîyane ser mal û milkên xwe. Du sal in bi tena serê xwe li gundê Yatê djîn û çavdêriya rez û bostanên xwe dikin.
Xoşaba Yaqo di derbarê êrişên Tirkîyê û hatna xwe ya gund da wiha dibêje: “Ev der erdê min e, rezê min e, çiya û welatê min e. Li vê derê em hemû hevdu nas dikin û alîkariya hev dikin, çi misilman çi mesihî be. Di nav gund da tirs nîne, lê derveyî gund metirsî heye û zêde ye.”
Di 30 salên dawîyê da sedem êrişên Tirkiye, li devera Berwariya Bala 8 gundên Krîstiyanan bi temamî hatine valakirin. Ew gundê mane jî berê 30 heta 50 malbatan tê da dijîyan, lê niha li hinek gundan 3-4 malbat û yê herî qerebalix jî tenê 10-15 malbat dijîn.
Ji nişticîhên Kristîyan Sedun Şilêmon dibêje: “Eger rewş aram bibe, tenê li gundê me dê zêdeyî 20 malbatan vegerên ser erd û malên xwe. Par hinek malbatan cihê xwe çêkiribûn, lê ji ber êrişên vê dawiyê dudilî bûne.”
Li sînorê parêzgeha Duhok û îdareya serbixwe ya Zaxoyê jî 45 gundên Krîstiyanan hebûn, lê sedem êrişên Tirkiyê ji wan gundan 17 gund bi temamî vala bûne.