Ev demeke di navbera sazîyên Amerîka û Tirkîyê da hevdîtin tên kirin.
Di vê çarçoveyê da Musteşara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal re civiya.
Herwiha Musteşara Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê Marisa Lago jî li Enqereyê ji bo pêşxistina hevkariya aborî û bazirganî ya her du welatan hevdîtinan pêk anî.
Lê piştî wan hevdîtinan Musteşara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland derbarê sizayên li ser Rûsyayê hişyarî dide Tirkiyê û dibêje, divê Tirkiye hay ji xwe hebe ku nebe hewza pereyên qirêj ên olîgarkên Rûs.
Berdevka Balyozxaneya Amerîkayê Julie Eadeh jî ji ajansa nûçeyan Dengê Almanyayê axfîye û di derbarê sizayên li ser Rûsyayê û helwestên Tirkiyê da wiha dibêje; “Birêz Nuland di 4ê Nîsanê da li Enqerê bi rayedarên Tirk re civiya. Wêke wê jî gotîye, girîng e ku Tirkiye hay ji xwe hebe û nehêle xaka wê ji sizayan rizgar bibe ya jî bibe hewza pereyên qirêj ên olîgarkên Rûs.”