Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman diyar dike, ku Artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî ji erd û ezman va û bi dijwarî bombebaran dike.
Artêşa Tirkiyê di nava 3 hefteyên dawîyê da gelek caran deverên sînorî yên li ser qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê ji erd û ezman va beombebaran kirbû.
Di wan sê heftiyan da li nahyeyên Dêrelûk, Şêladizê û Kanî Masê gelek cih ji aliyê firokeyên Tirkiyê va ya jî ji aliyê topxaneya artêşa Tirkiyê va hatine topbarankirin.
Qaymeqamê Amêdiyê, Warşîn Selman di derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyê da ji Rûdawê ra wiha dibêje; “Îro ji piştî nîvro yê heta êvarê bûrdûman û topbarankirina sînorên her sê nahyeyên Dêrelûk, Kanî Masê û Şêladizê berdewam e.
Çiyayê Korejar, Geliyê Reşave, Zap, Nihêl, Nêrwe û Rêkan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên bordûmankirin.
Di derbarê zerar û ziyanan em xwedî agahîyan nînin. Lêbelê di nava gelê herêmê da bomberdûman bûye sedema tirs û xofeke herî mezin.”
Bi navê Îqbal Kiryadêrî niştecihekî ji nahyeya Şêladizê jî di derbarê êrîşê Tirkîyê da wiha dibêje; „Heta îro êvarê jî dengê firoke û helîkopteran li esmanê Şêladizê dihat bihîstin, Bordûmana gundên Nêrwe û Rêkan û herwiha Çiyayê Korejar hê jî berdewam e.
Firokeyên Tirkiyê, navçeyên Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li sînorê nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bordûman dikin.“