Îro, parlamentoya Iraqê dicive û Serokkomarê nû hildibijêre.
Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê careke din, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.
PDK bi navê Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanê, ku ji Rewta Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Suneyan hevpeymanîyek ava kirine û bêrbijêrê wan jî Rêber Ehemed e.
Hilbijartin jî bi îhtimaleke mezin di navbera wî û Berhem Salih da derbas dibe, ku Salih jî Serokomarê Niha yê Iraqê jî, berbijêrê YNKê ye.
Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanê mezintirên firaksyona parlamentoyê ye, lê ji bo pirranîyê, pêwîstiya wan bi dengê parlamenterên serbixwe jî heye.
Ji alî din va dîyar e, ku çend firaksyon civîna îro boykot dikin.
Ew jî du partiyên Herêma Kudistanê ne. YNK di daxuyaniyekê da ragihandiye, ew beşdarî civîna îro nabin, ji ber ku rûniştina îro ya parlamentoyê ne li gorî hikûmeteke bihêz a nîştimanî ye. Herwiha Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî weke YNKê beşdarî civîna îro nabe.