Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê li bajarê Qamişlo yê, bi dirûşma „Jin kulîlka bihara çandê ye“ 7emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê lidarxist. Festival li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate saz kirin.
Hejmareke jin beşdar vê festîvalê bûn û şano, stranên cuda û govend pêşkêşkirin. Herweha tablo û karên destên xwe jî nîşan dan.
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen ragihand, ku ew dixwazin di salên bê da gavên mestir bavêjin.
Di vê festîvalê da mûzîk, helbest, tabloyên hunerî, karên destî û gelek hunerên din ên kelepûrî û folklorî yên jinên ji hemû bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, hatin pêşkêşkirin.
Dîzaynera karên destî Rehma Teko, di derbarê festîvalê da wiha dibêje:
“Em sê jin bi karê destî beşdar bûne, armanca me sepandina hebûna jinê ye. Jin berhemdar e xwediya fikreyê ye, em karê xwe nîşanî xelkê didin.“
Di dawiya festîvalê da hemû beşdar hatine xelatkirin, herwiha xelatên diravî bi ser 15 beşdarên ku di beşên wêje û hunerê de bi ser ketine hatine belavkirin.