Serokwezîrê Îsraîlê, Naftali Bennett bi helkefta Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîrozbahî li gelê Kurd kir.
Naftali Bennett li ser hesabê xwe yê twîterê peyamek belev kir û d peyama xwe da wiha dbêje; “Cejna Newrozê û sala nû li gelê Kurd pîroz be. Hêvî dikim, ku sala nû ji bo tevaya kurdên cîhanê ra serkeftin, aştî û xweşguzeraniyê bîne.”
Serokwezîrê Îsraîlê di beşeke peyama xwe de, pîrozbahîya xwe bi zimanê Kurdî wiha nivîsiye: “Sersala we pîroz be.”
21ê Adara her salê Newroz û yekemîn roja sala nû ya Kurdî ye û li gor teqwîma Kurdî, îsal sala 2722an e.