Mesûd Barzanî ji bo bibîranîna 34 saliya kîmyabarankirina Helebcê li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe da wiha dibêje; “Dijmin Helebce kîmyabaran kir lêbelê azadîxwaziya gelê Kurdistanê her zîndî ma.
Di bîranîna 34 saliya şehîdkirina Helebcê da tê dûpat kirin ku îradeya gelê Kurdistanê ji çekên kîmyayî û firoke û mûşekan jî bihêztir e.”
Wek tê zanîn di sibeha 16ê Adara 1988an, dawiya rojên şerê 8 salî yê Iraq–Îranê bû, firokeyên desthilata berê ya Iraqê, Helebce bi çekên kîmyayî bombebaran kirin.
Di encamê de 5 hezar zarok, jin, ciwan û pîr yekser şehîd bûn. 10 hezarên din jî rûbirûyê nexweşî û pirgirêkên tendirûstî yên demdirêj wek ji destdana bînahî, endamên laş û şewitîna çerm bûn û di salên pişt ra da beşekî ji wan canê xwe ji dest dan.
Xorak, av û hewaya bajêr ji ber wan çekên metirsîdar bijehr bûn. Çekên kîmyayî ji gazên Xerdel, Sarîn, Tabûn, V-X pêk dihatin.