Amerîkayê bang li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, ku ew êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar bike. Di derbarê vê mijarê da civîneke taybet li dar bixe.
Di daxuyaniya Nûneratiya Amerîkayê ya li Netewên Yekbûyî de wiha hate gotin: “Îro Amerîka bang li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku ew êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar bike. Ev êrîşa nerewa û bê sedem a li ser niştecihekî sivîlê li Hewlêrê, binpêkirineke hovane û li li dijberî serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ye.
Divê endamên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê êrîşê şermezar bikin. Hesabê vê êrîşkarîyê ji Îranê bipirsin û piştgiriyê bidin demokrasî û serweriya Iraqê.“
Ev banga Amerîkayê ji aliyê nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî yên Albanya û Îrlandayê va jî hat piştgirîkirin.
Nûneratiya Albaniya jî yekser piştevanî li vê daxwaza Amerîka kir û ragihand, ku Albaniya êrîşa balîstîk a neyasayî ya Îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike. Divê Encumena Ewlekariyê Îranê ji kiryarên wiha bêpîvan û metirsîdar bipirse.
Nûnertiya Îrlandayê ya Neteweyên Yekbûyî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da piştgirîya xwe ya ji bo banka amerîkayê nîşan da.