Şahîya Newrozê roja 17ê Adarê di çarçova karnavaleke mezin da û bi merasîmeke taybet l bajarê Sînê dest pê dike. Gor zanyariyên parêzgariya wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê, nûnerên UNESCOyê jî dê tê da amade bin.
Parêzgarê Sine di derbarê hatina nûnerên UNESCOyê da dibêje; ev derfetek e ku Sine wek `Paytexta Newrozê` bê tomarkirin.
Parêzarê Sine Îsmaîl Zarî Kuşa li ser mijarê ragihand, ku îsal bi boneya Newrozê 2 merasîmên taybet dê li Sine bên sazkirin.
Rêxistina Cîhanî ya Perwerdeyî, Zanistî û Çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) va sala 2020an Sine wek `Paytexta Muzîkê` destnîşan kiribû.
Cîgirê Şaredarê Sine ji bo karûbarên çandî û civakî Serkewt Necefî, li ser merasîmên Newrozê yên îsal ên li Sine, ragihand, ku merasîmên Newroza îsal bi girîngdana bi muzîk û folklora navçeyê birêve biçin. Jiber ku bajarê Sine wek `bajarê dahênerê muzîkê` tê naskirin.
Li Akrêya ser bi Duhoka Başûrê Kurdistanê jî her sal merasîma Newrozê bi beşdariyeke zêde û coşeke mezin birêve diçe û her bi vê sedemê jî Akre wek `Paytexta Newrozê` tê binavkirin.
Her sal li her çar perçeyên Kurdistanê bi boneya Newrozê ahengên berfireh tên sazkirin û Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin.