Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand, ku ew di rûbirûbûn û şerê li dijî Rûsyayê da bi tenê mane. Ew di demekê da ye ku Artêşa Rûsyayê bi fermana Vladimir Putin ji duh va êrişek berfireh bo ser Ukraynayê destpê kiriye û li gor amaran, herî kêm 137 Ukraynî di yekemîn roja êrişê de hatine kuştin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di derengiya şeva bihorî da peyameke vîdyoyî belav kirîye û tê da ji gelê xwe rawiha dibêje:
„Ji bo berevaniya dewleta xwe û şerê li dijî Rûsyayê em man. Kî amade ye li gel me şer bike, ne kesek, ez kesekî nabînin. Kî amadeye endambûna Ukraynayê di NATO da garantî bike? Hemû ditirsin.
Rûsya dixwaze bi kuştina serokê dewletê, di warê siyasî de Ukraynayê bi tevahî wêran bike.”
Zelensky tekez dike, ku ew û mlbata xwe armanca yekem a Rûsyayê bin jî, dê ew li Ukraynayê bimînin.
Serokê Ukraynayê di peyama xwe da bîlançoya şer jî aşkere dike, ku di roja yekem a şer da 137 Ukraynî hatine kutşin û herî kêm 316 kesên din jî birîndar bûne.
Volodymyr Zelensky amaje bi wê yekê jî dike ku grûpên têkder ên Rûsyayê derbasî nav Kyivê bûne û daxwaz ji xelkê welatê xwe kir ku hişyar bin.