Ha bi rê da bi rê da
Romana Welî Sebrî ya bi navê Yar û Mirad-I, piştî salek wa ye di destê me da.
Îro jî dor dora xwendina romana Yar û Mirad-I a Welî Sebrî bû.
Lê nivîskarê pirtûkê hevalê merîya yê ji nêzîk û ji dil be, ji bo nirxandinê karê meriva ewqas jî pir giran dibe.
Yar û Mirad ji rêzeromanê cîlda yekemîne. Xûya dike ewê cîldên din jî demek şûn da li pey hev derkevin û di nav pirtûkxaneyên me da cîyê xwe bigrin.
Nivîskar di cîld a yekemîn da, li ser mêrxasî û jîyan a kurdan, ji wan demê sed sal berê dest pê dike û heta dema yekemîn şerê cîhanê, qala mirxasî, esalet û eşîrtîya kurdan dike.
Bi vegotina xwe herrikane û bi zimanekî wek ava zelal û sade, wek zozanê Serhedê xweş dixemilîne.
Mijara Yar û Mirad a yekemîn li herêma Serhedê, bi piranî li ser Keremê Qolaxasî û hevalên wî yên Navdar derbas dibe. Bi rastî dema mirov dixwîne mirov xwe diçe wan salan.
Ji aliyê naverokê va jî baş û gelekî serkeftiye. Bi xwendina romanê va mirov xwe li hema Serhdê, di berf û baranê da, li çîya û zozanan xwe dihesibîne.
Min jî xwe di nav zozan û gelîyan da dît û bîranînên min ên li Şûşar û Tatosê, li Çîyayê Şahwelat û li ber devê kanîyê zelal û sar derbas bibûn, bi dema zarokatîya min ra hatin bîra min.
Parçeyek ji dîroka kurdan û mêranî û merxasîya lehengên kurdan, yên mîna Keremê Qolaxasî û Silêmanê Ehmed, wek jinên mîna Asîye Xanim û Besra Xanimê dît û di ksayetîya wan da jî torinî û jêhatbûna jinên kurdan dibîne.
Ez hêvî dikim ku berdewamîya cîldên din jî bi vî rengî be.
Helbet di her berhemên nivîskî da kêmasî cîh digrin û di romana Yar û Mirad-I da jî, hinek kêmasî hene. Ew jî ji rewş weşangerîya tê û ew rewş jî li ber çava ye. Ji bo wê jî ne hewceye mirov rexne bike. Ji ber ku em hewceyî nivîs, xeberdan û berdewamîya kar û xebatên bi zimanê kurdî ne.
Loma ez di nirxandinên xwe da qet li ser kêmasîyên berhemen bi kurdî nasekinim. Ji bo rexnekirnê jî dibê mirov pispor be.
Birêz Welî Sebrî ji bi cilda yekemîn li Yar û Miradê-I, wek navê duyemin, “Mirin xweş e, bi mêranî û mêrxasîyê!” lê daye, ez jî dibêjim, jîyan û xwendin jî xweş e bi kurdî ya şirîn.
Ji xwendevanên kurd ra jî pêşnîyarî ya min ew e ku, Yar û Miradê, peyda bikin û bixwînin.
13.02.2022