Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê grûpeke nîjadperest a Tirk êrîşî 3 xwendekarên Kurd kiribûn. Her sê xwendekarên ku birîndar bibûn, ji wan yek qîz bû.
Piştî bûyerê li dijî êrişên bi vî rengî yên bo ser xwendekarên Kurd hejmarek xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê li navenda zanîngehê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan.
Xwendekarên beşdar di wê çalakiya nerazîbûnê da tekez kirin ku ew dê li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin.
Xwepêşandereka Kurd di çalakiya nerazîbûnê de axivî û ragihand, “Îro 3 hevalên me ji ber nasnameya xwe ya Kurdî û ji bo berevanî li çanda xwe dikirin û zimanê xwe diparastin, ji alî nijadperestan va hatin birîndarkirin û ew niha li Nexweşxaneya Akdenîzê razayî ne. Kesên vê yekê bo me rewa dibînin, bila bizanibin ku Kurd ji zanîngehan dernakevin. Em dê mafê xwe yê perwerdê bikar bînin û bi awayekî azad bi nasnameya xwe li her qadê hebin. Çeteyên faşîst nikarin me rawestînin. Çeteyên faşîst nikarin mafê me yê perwerdê ji me bistînin. Em li vir in, em ji ya xwe nayên xwar. Em her dem hebûn, em hene û em dê hebin. Em dê bi nasnameya xwe ya Kurdî dijî nijadperestiyê li ber xwe bidin, têkoşîna xwe her roj mezintir bikin û li vir bin. Bila ev bê zanîn û bihîstin, ti kes nikare gefa mirinê li me bixwe. Di zanîngehan de ti kes nikare gefa mirinê li xwendekaran bike.”