Roja 3ê Sibata Wezareta Berevaniya Amerîkayê, eşkere kir ku hêzên wan ên dijî terorê li parêzgeha Idlibê operasyoneke leşkerî kirine. Gor ragihandina Pentagonê operasyon bi awayekî serkeftî hatiye lidarxistin. Di operasyonê da serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî ku navê wî yê din Ebû Ebdullah Qardaş e, hatiye kuştin.
Piştî operasyonê Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ragihand, ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî, ji bo ku xwe radestî hêzên amerîkî neke, xwe teqandiye. Di encama teqandinê da ew bi xwe û hejmarek kesên ji malbata wî hatine kuştin.
Joe Biden di ragihandina xwe da herwiha spasiya HSD, Pêşmerge û hêzên Iraqê dike.
Berdevkê Pentagonê, John Kirby jî roja 3ê Sibatê di konferanseke çapemenîyê da di derbarê operasyona ku li dijî serkirdeyên DAIŞê kirine da axifî. Axaftina xwe da û diyar kir, ku di operasyonê da Hêzên Sûriyeya Demokratîk-HSD jî alîkariya wan kirine.