Fermandarê Giştî yê HSD General Mezlûm Kobanî di derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Eyn Dîwar û Dêrikê da daxuyaniyek belav kir.
Kobanî di daxûyanîya xwe da dibêje, “Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Dîwar û Dêrikê da sivîl û şervan şehîd bûne.
Ev êrîş tê wateya ragihandina şer, sivîlan dixe nav metirsiyê û têkoşîna me ya li dijî DAIŞê têk dibe.”
Mezlûm Kobanî di daxûyanîya xwe da bang li Hevpeymaniya Navdewletî jî dike û dibêje, “Bi zêdebûna metirsiya terorê ra, beşeke mezin a berpirsyariya rêlibergirtina êrîşên bi vî rengî yên Tirkiye li ser milê hevkarên me yên Koalîsyonê ye.”
Wek tê zanîn, balafirên şer ên Tirkiyê şeva derbasbûyî bi awayekî hevwext Dêrika Rojavayê Kurdistanê, Şingal û Mexmûr li Başûrê Kurdistanê, bombebaran kiribûn.
HSDê eşkere kiribû ku Koalîsyona Navnetewî asmanê navçeyê li ber Tirkiyê vekir ku êrişê pêk bîne.