Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê da wek gelek bajarên Kurdistanê, li parêzgeha Dêrsimê jî ji aliyê şaredariyê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahîyê da nûnerên civaka sivîl, hunermend û welatiyên Dêrsimê eleqeyeke zêde nîşan dan.
Di ahenga pîrozbahîyê da şano, helbest û stranên bi zaravayê Zazakî yê Kurdî hatin guhdarî kirin.
Welatiyên ku beşdarî ahengê bibûn bal kişandin ser zaravayê Zazakî û ji xelkê Dêrsimê daxwaz kirin ku girîngiyeke zêde bi wî zaravayê Kurdî bidin.
Zaravayê Zazakî yê Kurdî yek ji wan 18 zimanên li Tirkiyê ye ku di lîsteya UNESCOyê ya zimanên di bin metirsiya jinavçûnê da cîh digre.
Zarokên Dêrsîmê jî bi helkefta roja zimanê dayikê banga xwedîderketina li zaravayê Zazakî dikin.