Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mazlûm Kobanî dibêje; “Rejîma Sûriyê dixwaze vegere rewşa berî 2011. Lê ev ne cihê qebûlkirinê ye û em vegera bo berî sala 2011 red dikin.”
Mazlûm Kobanî dibêje, hebûna Hêzên Amerîkî ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gelek giring e.
Nêzîkî 900 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî li navçeyên bin desthilata HSDê û Binkeya Leşkerî ya Tenefê hene û pêgeha wê ya bi hêz li Encûmena Ewlekarî û navendên din tê wê wateyê ku bê Amerîka krîza Sûriyê nayê çareserkirin.
Mazlûm Kobanî, di derbarê hebûna hêzê Amerîkayê û rola wan da wiha dibêje; “Baweriya me wisa ye ku bêyî Amerîkayê, çareseriya siyasî li Sûriyê bidest nakeve. Beyî Amerîkayê çareseriyeke siyasî li seranserê Surîyê pêk nayê. Divê Amerîka di vî warî de rola xwe bibîne û bilîze. Ev nêrîna me ye. Mebesta min ew e, ku rola Amerîkayê ne tenê bo şerê dijî DAIŞê ye, lê rola wî welatî ji bo gihiştina çareseriya siyasî jî gelek pêwîst e. Take rê ji bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê, çareseriya siyasî ye li Sûriyê.”