Li Parlamentoya Brîtanyayê civînek derbarê komkujiya Kurdên Ezidî da bireve çû. Beşdarên civînê bang li hikûmeta Brîtanyayê kirin ku, komkujîya Kurdên Êzidî, wek jenosîd nas bike.
Parlamenterê Partiya Nasyonel Brendan Ohara di civîna taybet da ji bo komkujiya Kurdên Êzidî dibêje, ku, divê lêkolînên zêdetir li ser komkujiya Êzidiyan bên kirin.
Nûnerên beşdarên civînê bûne dibêjin, tiştên ku hatine serê Kurdên Êzidî wek jenosîd bê naskirin. Ev yek jî ne tenê di gotinê da, di pratîkê da jî gav bên avêtin. Jibo başkirina jiyana rizgarbûyên jenosîdê çi pêwîst be bê kirin. Tawankarên jenosîdê bên cezakirin.
Ji beşdarên civînê parlamenterek dibêje, bi sedan hezar Êzidî li kampên koçberan qasî 7 salane di rewşeke xerab da dijîn.
Chris Fields li ser navê rêxistina rêrxwazî ya `War Child` dibêje, “Êzidî difikirin, ku ji aliyê cîranên wan va xiyanet li wan hatiye kirin, ji aliyê hikûmetan va hatine jibîrkirin. Dabînkirina alîkariyan jî ber bi kêmbûnê va diçe. Lewma divê alîkariya van malbatên paşguhkirî bê kirin.
Heta niha hejmareke ajansên ser bi Netewên Yekbûyî ve û nêzikî 10 welatan tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzid wek jenosîd nas kirine.
Li gor amarên Ofîsa Rizgakirina Êzidiyan:
- Hejmara Êzidiyên li Iraqê nêzikî 550.000 kes bû
- Hejmara kesên ji ber DAIŞê koçber bûn nêzikî 360.000 e
- Hejmara kesên vegeriyane Şingalê derdora 150.000 e
- Hejmara şehîdên rojên destpêkê 1293 kes e
- Hejmara zarokên ji ber êrişên DAIŞê sêwî mane 2745 kes e
- Li Şingalê heta niha 82 gorên bikom hatine dîtin, jibilî bi dehan gorên takekesî
- Li herêma Şingalê 68 mezargeh û perestgeh ji aliyê DAIŞê va hatin teqandin û wêrankirin
- Ji ber êrişên DAIŞê û rewşa xerab zêdetirî 100 hezar kes koçberî derveyî welat bûn
- Hejmara kesên hatine revandin 6417 ye ku 3548 jin û 2869 jî jin in
- Heta niha 3550 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku ji wan; 1206 jin, 339 mêr, 1049 zarokên keç û 956 jî zarokên lawîn in
- Cenazeyên 104 kesan hatine dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin
- Hejmara kesên di destê DAIŞê da mane jî 2763 ye ku ji wan 1293 jin, 1470 jî mêr in
Ev amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, ji aliyê Netewên Yekbûyî va hatine pejirandin.