Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu 2ê Sibata 2022ê bi armanca bersivdayîna Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê pirsyarname pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kiribû. Tanrikulu di pirsîyarnameya xwe da daxwaz kiribû ku hejmara xwendekarên dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine bên eşkere kirin.
Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer bersiva pirsyarnameya Tnrikulu ya di derbarê dersên bijarte yên dibistanan da da.
Mahmut Ozer diyar dike, ku di heyama xwendina 2021 û 2022ê da li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 20 hezar û 265 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilibijartine. Ew dê gor hilbjartina wan a ji bo zaravayên kurmancî û zazaki perwerdê bibînin.