Kampanyaya piştegiriya ji bo dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) her ku diçe berfirehtir û piştevanî jî zêdetir dibe.
Parlamenter û Seroka Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş jî piştgirîyê dide kampanya ji bo dersa bijarte ya Kurdî. Beştaş bang li malbatên Kurd dike, ku ew ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.
Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zaravayê Zazakî yê Kurdî peyamek belav kirîye û piştgiriya xwe ji bo dersa Kurdî nîşan daye.
Beştaş di twîta xwe de dibêje: „Dersê weçîniteyî kêmî yê labelê tercîhkerdişê nê dersan muhîm o. Ma veng danê her kesî; dersanê bi Kurdkî biweçînê.“
Dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî her çend ji aliyê perwerdehiya bi zimanê dayîkê va kêm be jî, girîng e…“