Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby di derbarê tekoşîna li dijberî DAIŞê daxûyanîyek da û got, karê ku ew li Surîyê dikin, ew li Sûriyê sînordar e û ew jî rûbirûbûna gefên DAIŞê û alîkariya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.
John Kirby di daxûyanîya xwe da qala şerê li ser êrîşa DAIŞê ya Zîndana Sinaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jî dike dibêje; “di 20ê vê mehê de DAIŞê hewl da bi êrişeke mezin bavêje ser wê girtîgehê û girtiyên xwe azad bike.
Loma rewşa li Sûriyeyê hêjî aloz e û kes naxwaze rewşê xirabtir bibe.
Heta niha jî DAIŞ li Iraq û Sûriyê metirsîdar bû û armanca me jî ew , ku em dawî li vê metirsiyê bînin.“