Di despêka salên 1974an şûnda li seranserî Tirkîyê û Kurdistanê di nav xwendekarên çepgir û rastgir da şer û pevçûn çê dibûn. Rojane bi dehan cîwan dihatin kuştin. Di sala 1978da li Erzirumê, xwendevanekî ji çepê Tirkan hatibû kuştin. Wî demê li Erzirumê komela xwendekarên Zankoyê ya Erzirumê hebû. Piranîya cîwanên şoreşger li wê komelê û an jî wek cîvanên CHPê di avahîya CHPê da dicivîyan. Ji bo ew kesê ku hatibû kuştin, komel û rêxistinên şoreşger, qerara meş û protesto yê girtibûn. Lê dem çile, hewa sar, berf û baran zêde bû. Bi hezaran kes, li ber nexweşxanêya Nîmûnê kom bibûn. Lê cendirme û polêsan rê nedidan tu kes bimeşê.
Komîteya amadekar qerar dabû ku herin berderê avahîya CHPê. Digotin walîyek nû hatîye û çepgir e. Ew walî jî qatîl û kujerê kurdan ê bi nav û deng Hayri Kozakçioglu bixwe bû. Wê demê CHPê li Tirkîyê desthilatdar bû.
Xort û xwendekar ji nexweşxanê heta ber avahîya CHPê meşîyan û li wir kom bûn. Dixwastin ku walî were destûr bide û ew jî termê xwendekarê ku hatîye kuştin bigrin û bimeşin. Lê berpirsyarekî polêsan digot, „walî nikare were, ji ber ku ew çûye çîyayê Paltokan û kaşûnê dike. Eger ku hûn jihev neqetin û meydanê terk nekin, emê bi zorê we bela bela bikin.
Piştî gotinên polês çend deqe derbas bûn, cendirme û polêsan bi hovane êrîş kirin. Her komek angorî xwe silogan diavêtin. Ji wan siloganan yên tên bîra min ev bûn.
„Cendirme em sosyalîstîn û birayê hevîn, hûn zarokên karkeran in, em birayê hev in, em zarokên gelan e, bijî biratîya gelan, bimre faşizm, bimre emperyalizm, bimre kapîtalîzm, bijî sosyalizm, Mahir, Ulaş kurtuluşa kadar savaş û hwd.“
Xwendekarên kurd jî digotin, „bimre koletî, bimre feodalîzm, bimre paşverûtî ya heremî, bijî sosyalizm, bijî biratîya gelan“ û dewam dikirin.
Min wê demê û di wî teqereqêda jî îtiraza van silogana dikir. Ez di wê mêşê da ketibûm nav grûba TIP û TKPê. Li peşîya min TKPyî hebûn, min wan hemûyan nasdikir. Em li piştî Kela Erzirumê di nav taxekî da direvîyan. Herder qeşa û berf bû. Min ji pişta xwe va derbeyek bi qundaxê tifinga cendirma xwar. Pişta min diêşîya. Ewên ku hê silogana „cendirme em birane û em sosyalistên“ digotin, min ji wan du kesên sereke bijart. Heta ji destê min hat, min her yekî peyinek li qûna wan xist û ji wan ra da xebera. B lêxistina min ra ew di nav berfê da teqle awêtin. Em direvîyan û min ji wan ra digot „lawo we dît em nikarin bibin birayê hev. Bi polês û cendirmê we ra, emê çewa bibin bira.“
Ew roj û heta vê rojê daxwaz û sîyaseta partîyê kurdên bakur hê jî nehatîyê guhertin. Serok û sekreterê partîyên wê demê biratîya gel û karkeran dixwestin. Hêjî di xizmeta, Tirk û çepgirên Tirkan da ne. Partîyên li ser navê kurdan, roja bi navê sosyalîzm û biratîya gelan dest bi sîyasetê kirin û heta roja îro, li ser doza Kurdistanê qet pêş neketin. Lê zerarek mezin dan doz û netewa Kurd. Gotin û siloganên çil sal berê çibûn, îro ew in
Mixabin, di nav salan da, bi deh hezaran cîwanên Kurd hatin kuştin. Miletê kurd ji netew û ziman durxistin û ser da jî kurdan kirin qurbana sîyaset û biratîya derewîn.
16.01.2022