Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova di derbarê pêşnîyara Tirkiye da, ku ji bo navbeynkarîya di navbera Rûsya û Ukraynayê da kiribû, axifî.
Maria Zaharova di axaftina xwe da rexne li Tirkîye girt û wiha got: “Di çareserkirina nakokiya di nav Ukraynayê da mirov nikare behsa roleke navbeynkariyê ya Tirkiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bike. Rûsya li Ukraynayê ne aliyek e. Em spasiya aliyê Tirkan û serokkomar dikin. Eger bikaribe Ukraynayê kani bike da ku li Donbasê gavên hêrsok navêje dê gaveke erênî be.
Em wiha difikirin, Enqere dikare pêwendiyên xwe yên bi Kievê ra yên pêşketî bikar bîne û piştgiriyê bide diyaloga di navbera Kiev û Donetsk û Luganskê û bi vî awayî xizmeta aşitiyê bike. Ne ku ji Ukraynayê ra di nav de balafirên bêmirov ên bi çek û çekên bi armanca êrîşan dabîn bike.”