Feleknas Uca li Meclîsê bi Almanî û Kurdî axifî
Gelwekîla HDPê ya bajarê Batman Feleknas Uca, li ser diravnameya wezareta perwerdeyîyê li ser navê partîya xwe axifî. Di dawîya axaftina xwe da beşek ji axaftina bi Almanî û Kurdî dûbare kir û di derbarê zulm û zordarîya li ser kurdî sîyaseta dewletê rexne kir.
Sedem axaftina wê ya bi kurdî gelwekîlên AKPê û MHPê qahirîn û bertekên xwe nîşan dan.
Ucayê jî bersiva bertekên wan da û wiha got; “Ji bo destpêkrina dersa bijarte ya bi kurdî weşana kurdî ya di radyo û televîzyonan da pesnê xwe didin. Lêbelê dezgeyên ku dersên zimanê kurdî didin, digrin.
Kesên ku dersa zimanê kurdî didin, desrdest dikin davêjin zîndanan. Li vir tehemîlî axaftina bi kurdî nakin û bêhnteng dibin, loma dengê mîkrofonê dbirin. Çalakîyên çandî û hunerîya bi kurdî qedexe dikin. Dijberîya we ya li hemberî zimanê kurdî ewqas tund bûye, ku ne tenê di nav sînôrê Tirkîyê da, li derveyî Tirkîyê jî dijberî prwerdeyîya bi kurdî derdikevin. Ji bo ku dersa zimanê kurdî ya li Zanîngeha Tokyoyê dest pê kiribû jî we dest b dek û dolaban kir.“