Serokwezîrê nû yê Almanyayê diyar bû. Di encama dengdana li Parlamentoya Federal a Almanyayê da Olaf Scholz ku Serokê Partiya Sosyal Demokrat e, bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.
SPD di hilbijartinan da wek yekem partî derket û li gel Keskan û Partiya Demokrat a Azad li ser pêkanîna hikûmeta nû li hev kir. Olaf Scholz îro di encama dengdana li Parlamentoya Federal da bi fermî bû Serokwezîrê Almanyayê.
Di dengdanê da Olaf Scholz li hemberî 303an, bi 395 dengan bû 10emîn Serokwezîrê Almanyayê. Bi vî rengî bi fermî dawî li desthilatdariya 16 salî ya Angela Merkel hat û desthilatdarîya Scholz dest pê kir.
Partiya Scholz SPD, di hilbijartinên 26ê Îlonê da ji %25.7ê dengan bidest xistibû û bibû partîya yekemîn.
Olaf Scholz, piştî hilbijartinê dest bi hevdîtinên pêkanîna hikûmetê kiribû. Di encamê da SPDê bi Keskan û Partiya Demokrat a Azad ra kabîneya nû ya hikûmeta Almanyayê pêk anî.