Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskîn dide zanîn ku ji ber bihabûna kaxez û zêdebûna mesrefên din, yek ji sereketirîn weşanxaneyên Kurdî ango Avesta wê êdî nikaribe pirtûkan çap bike. Keskîn dibeje, ji xwe heta niha bi derfetên kêm kitêb dihatin çapkirin lê êdî wisa lê hatiye ku pirtûk bêne firotin jî têra nîvê xerciyan nake.
Weşanxaneya Avesta yek ji weşanxaneyên herî girîng a ku bi salan e kitêbên Kurdî çap dike. Weşanxane Avesta weke `navendeke nivîsana Kurdî` jî tê zanîn, sedem bihabûna dolar ku dibe sedema zêdebûna xerciyên her tiştî, qada weşangeriya Kurdî xisareke zêdetir dibine û çapkirina kitêban radiwestîne.
Avesta ji sala 1995an vir va bênavber û bi derfetên xweheta niha nêzikî 800 pirtûk çap kirine.
Berpirsê Giştî yê Weşanxanê Abdullah Keskîn radigihîne, ku heta serê salê derdora 10 pirtûkên ku peymanên wan hatine îmzekirin, dê bêne çapkirin. Ji wê pê va jî zehmet e ku ew karê xwe bidomînin.
Abdullah Keskîn dibêje, “Pirtûkên ku me ji zû de amadekariya wan ji kirine û peyman hatine danîn em neçar in ku wan çap bikin. Lê ji wir pê va tu rêyek nema ye ku çapkirina pirtûkan berdewam be. Pirtûkên ku em çap dikin temamê wan jî bê firotin têra nîvê mesrefan nake. Di nava salekê de bihayê her tiştî çar qat bû, derfeta wê yekê nema ye ku weşanxane bi îmkanên xwe berdewam bike. Piştî serê salê çi guherîn dibin, rewş bi ku ve diçe ne diyar e, lê tişta xuya dike ew e ku em dê êdî nikaribin wek berê karê xwe berdewam bikin.”
Rewşa weşanxaneyên Kurdî xerabtir e
Hemû weşanxaneyên li Tirkîyê ji ber heman sedemê gazindên xwe li platforên cihê tînin zimên. Lê di nava wan da weşanxaneyên Kurdî bêhtir di metirsiyê da ne, ji ber ku pirtûkên Kurdî kêm tên firotin.
Her pirtûkeke bi kurdî qasî hezar heb û tenê ji bo carek tê çapkirin. Metirsiya giştî nîşaneya wê yekê ye ku di demên pêş da mînakên bi heman rengî dê zêdetir bibin.