10 Senatorên Amerîkî derbarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da û egera qedexeya siyasetê li ser parlamenterên wê, nameyek ji Serokê wî welatî Joe Biden re şandin.
10 Senatorên Amerîkî yên bi navên Christ Van Hollen, Jamse Lankford, Angus King S. Jr, Sherrod Brown, Ron Wyden, Thom Tillis, Edward J. Markey, Jeffrey A. Merkley, Jeanne Shaheen û Corry A. Booker bi nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden ra nameyek şandine. Di nameyê da ji bo kur ê li ber girtina HDPê were girtin, daxwazek pêşkêşî Joe Biden kirine.
Senator di nameya xwe ya hevbeş da wiha dibêjin: “Em daxwaz dikin ku hûn di peywendiyên ligel Tirkiyê da girêdayî prensîbên demokrasî, mafê mirovan û serweriya hiquqê yên welatê me bin. Bi Erdogan bidin zanîn ku dê encamên ciddî yên girtina HDPê û qedexaya siyasetê li ser parlementerên wê, ji bo Tirkiyê hebin.”
Wek tê zanîn, HDPê berî çend rojan parastinnameyeke ku ji 175 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê kiribû û di doza girtina HDPê da qonaxeke nû dest pê kiribû.