Hejmareke endamên Encûmena Nûneran a Fransayê projeyasayak bo jînosîda ku hikûmeta Baesê li beramaberî gelê Kurdistanê kiribû anîn rojeva parlamentoyê.
Bi vê projeyasayê daxwaz dikin, ku hikûmeta welatê wan wek dostekî Kurd, itîrafê bi jenosîd, kîmyabaran, Enfal û raguhestina Kurdan bike, ku jenosîda Kurdan a li Iraqê bê naskirin.
Projeyasa ji çar madeyan pêk tê:
Pêwîst e Encûmena Nûnerên Fransayê;
Yekem: Tawanên hikûmeta Iraqê beramber Kurdan wek jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê bide nasîn
Duyem: Jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê şermezar bike û piştîvaniya xwe bo gelê Kurd tekez bike
Sêyem: Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike daku bi fermî wan tawanên hikûmeta Iraqê beramberî Kurd kirine, bi tawanên dijî mirovayetiyê û jenosîdê bide nasîn û şermezar bike
Çarem: Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike, eger pêwîst kir, di çarçoveya peywendiyên dualî û firealî ligel Iraqê kar bike, da ku derd û êşên Kurdan û endamên malbatên qurbaniyan ku dîtine qerebû bike
Ew projeyasa ji aliyê 16 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat Jan Kristof Lagard yek ji wan e û ev projeyasa jî ji aliyê wî ve hatiye amadekirin.