Li Tirkîyê ji sala 1920dan heta roja îro, ji bo parlamentoyê hilbijartin çêdibin. Ew parlamenterên tên hilbijartin jî diçin Enqerê. Angorî makezagona tirkîyê hemû parlamenter ji bo bibin endamên Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkîyê (TBMM) mecbûrî bi navê miletê tirk û Atatirk, li ser namûs û şerefa xwe sond dixwin.
Ew sond jî eve, ”Ez li pêşberî neteweyê tirk ê mezin bi namûs û şerefa xwe sond dixwim ku serxwebûn û hebûna dewletê, yekparetîya neparçebûyî ya welat û neteweyî, bêşert û merc serwerîya neteweyî biparêzim. Mezintirîya huqûqî, bi girêdayî komara laîk û demokratik û şoreş û prensipê Atatirk bimînim. Refah û hizûra civatê, di nav edalet û hevkarîya neteweyî da ku hemî kes ji armanca mafên mirovî û azadîyên bingehî fêdeyê werbigre û bi sedeqet girêdayê destûrê be.”
Piştî vê sondxwarinê dibin parlamenterê rejîma kemalîst û xwedêgiravî demokrasîyê diparêzin.
Kesên dema li tirkîyê dibin parlamenter xwe wek îrada milet dibînin. Ji ber ku parlamenterîya li tirkîyê ne wekî parlamenterîya welatên demokrat in.
Dewlet ji bo berjewendîyê wan her tiştî ji wan ra amade dike. Ew êdî pişta xwe didin yasayên kemalîst ên antîdemokratîk. Xwe wek ferîştah dibînin. Ji bo parlamenterên tirk ew qerar him maqûl him jî normale. Heta malbatên wan jî dikevin bin zirxa dewletê.
Wekî din kesên bi navê kurdan tên hibijartin ne wek parlamenterên esiltirk, xwedî her tiştîne. Lê hilbijartina wan nayê wê wateyê ku ew dibin îradeya miletê Kurd.
Ji destpêka meclisê heta roja îro, ew parlamenterên li doza kurda xwedî derketine, hatine binçavkirin û hatine kuştin.
Îro mirov dikare çend mînakên li Tirkîyê qewêmîne, li ser parlamenterê esiltirk û esilkurd bide.
Yek parlamenterêkî CHPê, yek jî AKPyî, demek berê ketibûn lêpirsîna polîsan.
Yê CHPyî ji polîsaran digot, “tu nikarî nasnama min bipirsî, bênamûs, bêşeref” digot û heqaret li polîsan dikir û diçû.
Yê AKPyî jî ji polîsan ra digot “hûn bi kîjan cesaretî rîya min dibirin. Ezê te per û perîşan bikim bênamûs, kuçikê kurê kuçika, bê şerefê heram“ digot. Lê tiştê enteresan ew bû ku polîsan li ber wan parlamenteran dest girê didan bêçare û bêdeng diman.
Yek jî parlamenterê İYİ partîyê Lütfü Türkan, li bajarê Çewlîgê ji hemwelatîyê xwe ra pirsên xırab digot. Polîsê tirkan, nezîkî Türkan nebûn. Lê mûdexeleyî hemwelatîyê xwe dikirin. Digotin zu ji vir here, ewê di bin lêngê xwe da te bi hincirînin.
Roja çarê vê mehê jî, parlamenterê Kurd ê bi navê Elîcan Oncu bi grûbek hevalên xwe li nav bajarê Dersimê serdana millet dikir û halê wan dipirsîn. Piştra, dixwastin pênç sal berê girtina hevalên xwe ên di zîndanê da protesto bikin. Lê polîsan bi dijwarî êrîşî wî û hevalên wî kirin. Ew bê çare mabû, ji polîsan ra digot „hûn nikarin êrîşî min bikin ez parlamenter im. Hûn makezagona tirkîyê ji bîr dikin. Hûn demokrasîyê binpê dikin“. Bi dengê bilind diqêrîya digot, “emê yekitîya gelan û jîyanek hevpar û wekhevî û jîyanek azad saz bikin.“
Serkarê polîsa bi gotinê wî dikenîya digot, „ez nahêlim tu li bajar bigerî, di çavê min da tu qet tiştekî ninî. Eger ku hûn gera xwe berdewam bikin, ezê bi zor û zext êrîşî te û hevale te bikm.“
Öncü, hê sonda bi navê milet û Atatirk kiribû, bi navê demokrasî û parlamenterîya kemalîst dianî bîrîya serkarê polîsan. Dawîya dawîn, polîsan êrîş kirin, pîrek û zilam negotin, hemûyan dan ber çoyan.
Ji van mînakan gelek hene. Ji ber ku were fahmkirin ev bûyerên di van rojan da bûne bese.
Parlamenterên Tirkan sed sal e bi her avayî cudahîya xwe û kurda dibînin. Wek her wextê, dîsa tê zanîn ku kurd hê jî vê cudahîyê nabînin.
Parlamenterên kurdan wisa bin, gelo helê miletê kurd ên belengazê wê çawa be. Vê yekê jî encax dewleta dagirker baş dizane.
Parlamenterên Tirk li polîsan exaret dikin, parlamenterên Kurd jî behsa biratî û yekitîya gelan dikin. Polîs jî ji yên tirk ra hurmetê li yên kurd û hevalên wan jî exaret dikin.
Yanê zirxê bi sonda demokrasî û kemalîzmê ji bo parlamenterên kurd pênc pereyan nake.
Mixabin, ew ên bi salane diçin parlamentoya dagirker, cudahîya tirk û kurdan he jî nabînin.
Heta bi navê miletê Kurd, federasyon, xweserî an jî parlemento û rêveberîya sîyasî ava nebe, li parlamentoya dagerker, qet kes û partî nikarin bibin xwedî iradeya miletê kurd.
08.11.2021