Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Mela Bextiyar, ragihand ku ew li ser destê hevalên xwe hatîye jehrîkirin.
Mela Bextiyar di derbarê jehrîkirina xwe da bi navê “Berawirdek di navbera jehrîkirina min û hewla terorkirina min di 25/10/2005an da” gotarek belav kiribû û di gotara xwe da wiha gotibû; „di sala 2005an hewla terorkirina min hat cîbicîkirin, lê ji ber wergirtina çareseriyê nekarim berawirdek di navbera wê bûyerê û jehrîkirina xwe ya bi destê hevalan hatîye kirin, bikim.”
Mela Bextiyar di gotara xwe da encama kongreyê wek “piştguhkirin” binav dike û dibêje; „ew piştguhkirin di wijdanan da nehat qebûlkirin, lewma jibilî rêbaza faşîzmê rêyek din nema ku ew jî jinavbirina cesteyî ye.
Mela Bextiyar bang li Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl dike û ji wî ra jî dibêje, “kengî û qewl û biryar wisa bû, ku kêşeyên YNKê li nav kongreyê kûrtir nebin, tevî ku hewla jinavbirina me tê dayîn…mixabin a xirabtir jî di rê de ye!”
Di beşeke din a gotarê da Mela Bextiyar berê xwe dide jina Mam Celal Hêro Îbrahîm Ehmed û dibêje, „mîhrebaniya te di nav partiyê da hebû, lê hinekên li derdora te li hember vê mîhrebaniyê necamêrane tevgeriyan û li pişt te plan li dijî te gerandin.“
Li ser rewşa navxwe ya YNKê jî Mela Bextiyar wiha dibêje; „bi zêdebûna milmilaneyên li nav YNKê, hêzên taybet ên hinek serkideyan hatin bihêztirkirin. Tevahiya jiyana hizbayetî hat binpêkirin, gendelî, seranewergirtin û dabeşkirina mulkê heram, ketiye ser hemû zimanan.”