Hevahengkarê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî Brett McGurk îro di Korbenda Diyalogê ya Menamayê 2021 da axifî.
McGurk di axaftina xwe da ji bo Amerîkayê behsa girîngiya Rojhilata Navîn kir û got; “Amerîka bi ti cihekî va naçe û girîngiyeke zêdetir dide Rojhilata Navîn dide. Jiber ku ev herêm ji bo me gelek girîng e.“
McGurk di axaftina xwe da behsa rewşa Surîyê jî kir û got; “Rejîma Esed tawanên mezin kirine û divê berî endamtiya Komkara Erebî, bê cezakirin.“
Di derbarê alozîyên li gl Îranê jî wiha got; “Em ji bo rûbirûbûna destdirêjiyên Îranê kar dikin. Nabe nermiya Amerîkayê ya li beramber Îranê wek lawazî bê dîtin.”
Brett McGurk ji bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge helwesta Amerîkayê bi zelalî anî ziman û got, “Hevbeşiya me ya li gel Pêşmerge demdirêj e û piştevanî û alîkarîya me jî dê bidome”