Parlamenterê Kurd ê endamê Partiya Sosyal Demokrat a Karkeran Mesûd Qerexanî wek Serokê Parlamentoya Norwecê hat hilbijartin.
Mesûd Qerexanî ji sala 2017an va parlamenter e.
Mesûd Qerexanî di sala 1982an da li Tehranê jidayîk bûye. Ew ji malbateke xelkê Pîranşarê, li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew di 5 salîya xwe da û di sala 1987an da li gel malbata xwe ccûye Norwecê û hemwelatîyê Norwecê ye.
Li Norvecê dest bi xwendinê dike û di zanîngehê da beşa radyolojiyê diqedîne. Berî ku bibe parlamenter, li beşên radyolojî yên nexweşxaneyan da xbitîye.
Mesûd Qerexanî ku bi tevahiya dengên endamên parlamentoyê, wek Serokê Parlamentoya Norwecê hat hilbijartin, pesnê demokrasiya Norwecê da ku”rê daye kesekî penaber bibe Serokê Parlamentoyê.”
Ew siyasetmedarê Kurd di derbarê hilbijartina xwe da pesnê demokrasîya Norvecê dide û dibêje, kurê dê û bavekî penaber dikare bibe Serokê Parlamentoyê.
Parlamenterê Kurd û Serokê Parlamentoya Norvecê di derbarê jîyana xwe da wiha dibêje; “Min li gel dayik û bavê xwe piştî şoreşeke neserketî û şer, Îran bicî hişt. Piştî geşteke dûr û dirêj, bêyî pere û pûl me xwe gihand Norwecê.”
Di destpêkê da dê û bavê wî karê cotkariyê kirine. Lê niha dayika wî ezmûneke wê ya 25 salî ya mamostetiyê heye û bavê wî jî berpirsekî şaredariyê ye.