Serokê Amerîkayê Joe Biden di meha Kanûna îsal da civîneke lûtkeyî ya taybet wek online saz dike. Biden ji bo beşdarîya civînê serokên nêzkî 110 welatan vexwendine û di nav wan da seokê Tirkiyê, Erdogan cîh nagre. Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser daxwaza Biden welatên ku nexistiye nav lîsteya vexwendvanan ev in: Tirkiye, Rûsya û Çîn in.
Ji devera Rojhilata Navîn tenê Iraq û Îsraîl hatine vexwendin.
Ji destpêka destbikarbûna xwe va eşkere dikir ku serdema serokatiya wî “milmilaneya navbera sîstemên demokratîk û serkutker dibe” ku Biden Çîn û Rûsyayê wek nûnerên wan dibîne.
Di lîsteya Wezareta Derve ya Amerîkayê da hevpeymanên wek Hindistan û Pakîstan cîh digrin. Lê Tirkiye ku endamê NATOyê ye û dîsa jî di lîsteyê da cîh nagre û serokê wê jî nehatiye vexwandin. Ev jî ji piştî zêdebûna aloziyên navbera Enqere û Washingtonê tên.
Herwiha di lîsteya Wezareta Derve ya Amerîkayê da, welatên wek Misir, Erebistana Siûdiyê, Urdin, Qeter û Îmarat jî bo wê civînê nehatine vexwendin.