Komîsyona Ziman, Çand, Perwerde û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan, bi sedema Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan, ji saziyên navdewletî yên weke Komîteya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî, Parlimana Ewropa, Komîteya Têkoşîna li dijî Cihêkariyê, UNESCO, UNICEF û saziyên din yên Navdewletî ra nameyek şand.
Di nameyê ya, ku bi navê alîkarê hevserokên komîsyonê Salim Kaplan hatîye şandin da wiha tê gotin; “Piştî ku 20’ê Mijdara 1989’an, Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hat erê kirin, her sal roja 20ê Mijdarê weke Roja Mafên Zarokan a Navneteweyî tê qebûlkirin. Peymana Mafên Zarokan ser welatan vê yekê ferz dike, ku jiyana zarokan baştir bibe. Lêbelê li Tirkiyeyê bi milyonan zarok ji mafên xwe bê parin û loma li hember pirsgirêkên jîyanê neçar dimînin.
Tirkiye, her sê xalên bingehîn yên Peymana cîhanî ya Mafên Zarokan binpê dike û ev yek jî di her warî da bandorke xirab li ser zarokan dike.
Herwiha ev cudakarî, li dijî zarokan û bi taybet zarokên keç û her wiha zarokên koçber û astengdar bi tundî tê bikaranîn.“