HDPê parastnameya ku ji 175 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê kir. Bi pêşkêşkirina parastnameyê va doza girtina HDPê ket qonaxeke nû.
Wek tê zanîn li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doza girtinê hatibû vekirin.
Alîkarê Hevserokê HDPê Umît Dede piştî radestkirina parastnameyê radigihîne ku parastname ji 175 rûpelan pêk tê. Dede tekez dike ku gelek kêmasî di tometên ku Dozgerê Giştî ji bo girtina HDPê amade kirine da hene.
Herwiha Umît Dede eşkere dike ku ew dê kongreyeke rojnamevanî li ser vê mijarê saz bikin.
Piştî vê qonaxê jî dê belge û zanyarî bên komkirin û raporta sereke dê bê amadekirin. Di heyama cîbicîkirina van rêkaran da jî Dozgerê Giştî û HDP dikarin dokument û belgeyên zêdetir pêşkêşî dadgehê bikin.
Dadgeha Destûra Bingehîn li Tirkiyê bilindtirin dadgeh e û li dijî biryarên wê gilî û doz nayên tomarkirin. Lê eger ji 15 endamên dadgehê 10 jê dengê erê bidin û HDP bê girtin komisyona hiqûqê ya HDP dikare li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê giliyê tomar bike.
HDP naveroka parastina xwe aşkere nekiriye lê tê xuyakirin, ku HDP dê parastineke siyasî bike û di parastnameya xwe da jî zêdetir behsa nirxên demokrasî û mafê siyasetê û pêkhejiyanê dike.
Ji bo girtina HDPê, bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014 da rû dabûn, ji aliyê Dozgerê Giştî va weke hinceteke sereke tên nîşandan.