Serok PDKê Mesûd Barzanî û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî li Pîrmamê civiyan. Di civînê de tekezî li ser yekrêziya Kurdan hat kirin.
Li gor daxuyaniya ofîsa Hevserokê YNKê, Bafil Celal Talebanî îro li Selahedînê (Pîrmam) serdana Mesûd Barzanî kirîye.
Di daxuyaniyê da tê gotin, ku, di civînê da pêşhatên siyasî, emnî û aborî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê qewimîne, hatinê gotûbêjkirin. Li ser beşdariya Kurdan a di hikûmeta bê ya Iraqê d û rûbirûbûna astengiyên siyasî, bi hûrgulî hatine nirxandin.
Di daxîyanîya ofîsa Bafil Talebanî da wiha tê gotin, “Di civînê da piştî nirxandina rewşa giştî û pirsên rewşa niha, tekezî li ser yekrêziya niştimaniya Kurd û yekxistina hewlên bo çareserkirina pirsgirêkan û xizmetkirina xelkê Kurdistanê hat kirin.
Bi girîngî behs li ser qonaxa nû ya Iraqê û piştî hilbijartinan, girîngiya yekgotariya Kurdan li Bexdayê pêwîst hat dîtin û peroseya yekrêzî û tebayiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo mala Kurd hat dûpatkirin.
Her wiha tekezî li ser projeyeke hevbeş a niştimanî ya li ser bingeha berjewendiyên netewî hat kirin.”