Seroka şanda Yekîtiya Ewropayê ya çavdêriya hilbijartinên parlementoya Iraqê Viola von Cramon, îro li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û di derbarê hilbijartinan da nêrînên xwe dîyar kir.
Viola von Cramon got; “ji alîyê teknîkî va hilbijartin baş birêve çû. Lê di warê wekheviya ji bo berbijêran û çarçoveya qanûnî da pirsgirêk hebûn. Roja hilbijartinê dengdan bi piranî aştiyane û birêkûpêk derbas bû. Hilbijêr dikaribûn bi serbset daxwaza xwe eşkere bikin. Mixabin rêjeya beşdarbûna hilbijartinê kêm bû.
Derbirînên di dema kampanyayê da bi tevahî nehat parastin, ji ber ku hin rojnamevanan gef xwarin û bi cezayên girtîgehê yên dirêj hatin mehkûm kirin û gelek kanalên televîzyonê jî bi demkî hatin girtin.“
Serokê delegasyona Parlementoya Ewropayê Domènec Ruiz Devesa jî bal kişand ser kêmbûna rêjeya beşdarbûnê û wiha got; “Bi taybet di nav ciwanan da, nîşaneke ku baweriya bi siyaseta Iraqê kêm dibe. Divê parlementoya nû bi rengek çalak bi civaka sivîl re mijûl bibe û pirsgirêkên welatiyan çareser bike.“
Nêzîkî neh mîlyon Iraqî ku bi rêjeya ji % 41 dengdêrên tomarkirî, di hilbijartinê de deng dan. Gelek hilbijêr li malê man û yên din jî pusulaya dengên xwe xera kirin. Hin partî û dengdêran jî, ji bo ku dengdan guheztinek rastîn pêk neyîne, banga boykotê kirin.