Malpera Bloombergê idîa dike, ku di tarîya şevê da Tirkiyê bi sedan serbazên xwe li bakurê Sûriyê û li dijî hêzên Kurdî belav kirine, daku çend navçeyan li başûrê Kobanî kontrol bike. Bi wê navçeyên di bin kontrola xwe yên li rojhilat û rojavayê Çemê Firatê bi hev ve girê bide.
Bi vê yekê Tirkiy dixwaze tesîrê li Amerîka û Rûsyayê bike daku ew sînorekî ji hêzên Kurdî ra deynin.
Di destpêka vê mehê da du efserên polîsên Tirk li ser sînorê Sûriyê di bombebaranekê da hatibûn kuştin.
Piştî wan êrîşan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amaje bi plana operasyoneke nû dabû, niha jî hêzê li bakurê Sûriyê kom dike û gefên xwe dike.