Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Sûriyê Robert Ford di gotareke xwe da diyar dike, di çend salên derbasbûyî da, Amerîka ji îslamiyên di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê da cîh dgrin û Tirkiy piştgiriy wan dike, nerazî ye. Lê li beramber vê yekê jî, sedem serkeftina wan a di şerê DAIŞê de Amerîka ji HSD û Rêveberiya Xweser razî ye.
Rebert Ford di gotara xwe da dibêje, „piştî wserdan Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (HSD) Îlham Ehmed, Amerîka tekez dike, ku ew piştgiriya aramiyê li deverê dikin. Mirov dikare bibêje, ku dê Amerîka li Rojhilatê Sûriyê bimîne û li ber destêwerdana hêzên Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îranê rêgir be.”
Balyozê berê yê Amerîkayê dibêje di dûmahîka gotara xwe da dibêje, eger Brett McGurk bi Rûsya ra negihije ti rêkeftinê û Rûsya garantiya parastina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk nede, ew pêşbînî dike ku dê Joe Biden hêzên Amerîkayê li Sûriyê bihêle.
Herwiha Ford îdia dike, ku Amerîka çiqas piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên wê bike, rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de dê zehmettir dibe.