Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi armanca ku nûnertiya xwe li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ava bike, li avahiya KESKê ya wî bajarî civînek saz kir. Di cvînê da hate diyarkirin, ku heta zimanê Kurdî bibe xwedî statûyeke fermî ew dê xebatên xwe bidomînin.
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî di derbarê vekirina nûnertiya platformê da axifî û got: “Em dê li Mêrdînê û hemû navçeyên wê xebatên zimanê Kurdî bi rê va bibin. Me li ser du esasên bingehîn dest bi xebatên xwe yên Platformê kirin. Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê Kurdî û ya duyemîn jî ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ye. Pêwîst e, di hemû sazî û dezgehên dewletê de zimanê kurdî were axaftin û qebûl kirin. Bi taybetî ji divê ji dibistana dayikê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê kurdî were dayîn.”
Cizîrî di axaftina xwe da bal kişand ser kesên ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî pedegojîk e û got: “Siyasetmedar û rojnamegerên ku derbarê zimanê kurdî da ti agahiya wan nebe çawa li ser nirxandinê dikin. Kesekî ku bi zimanekî nizanibe çawa dikare di derbarê wê da bibe xwedî nêrîn û wê weke zimanekî nepedegojîk pênase bike. Ev dîtin û nêzîkatiyên pûç in. Em dikarin van nêrînên wan bi mînakan ji pûç bikin. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê zimanê Kurdî zimanê perwerdeyîyê ye û di hemû sazî û dezgehan da weke zimanê fermî tê bikaranîn. Ev jî nêînên di derbarê kurdî da tên kirin pûç dike.”